45,7392$% 0.33
53,0889€% -0.22
62,0462£% 0.93
%
%
3422604฿%-3.15705



Hat ragihandin li Sîteya Sanayîya Organîze ya Diyarbekir a li ser rêbeja Diyarbekir-Erxanîyê şewat derket.
Hat hînbûn şewat ji ber sedemeke ku hêj nediyar e di fabrîkayeke kozmetîkê de derketiye.
Piştî ku xeber hat dayîn re gelek ekîbên tenduristîyê û îtfaîyê hatin sewqkirin cihê bûyerê.
Tê diyarkirin xebatkarên di fabrîkayê de bi jehrê ketine û hinek ji wan jî birîndar bûne ku ew bi ambûlansan hatin rakirin nexweşxanê.
Derheqê sedema derketina şewatê de hêj daxuyanîyeke fermî nehat dayîn. Li derdora cihê bûyerê tedbîr hatin standin û îtfaîye û polês midaxeleyî şewatê dikin.

Diyarbakır’da korkutan yangın
Diyarbakır Web Tasarım Ajansı