42,8044$% 0.17
50,1756€% -0.07
57,3020£% 0.06
5.971,32%0,28
9.652,00%0,23
3767329฿%-0.04249

Li bajarê Lyonê yê li rojhilatê Fransayê di encama agirpêketina bi avahiyeke 7 qatî de 10 kesan canê xwe ji dest dan ku 5 ji wan zarok in.
Li gor ajansa AFP a Fransî, rayedarên xwecihê ragihandine ku bûyera agirpêketinê piştî demjimêr 03:00 sibê li Vaulx-en-Velin çê bûye.
Hatiye ragihandin ku agir ji qata binî ya avahiyê dest pê kir û ber bi jor ve belav bû.
Di bûyerê de 14 kes jî birîndar bûne ku li gor zanyariyan rewşa yek ji wan birîndaran giran e.
Sedema şewatê hîn ne diyar e, lê lêkolîn derbarê bûyerê de dest pê kiriye.
Du kesên agirkuj di dema hewldana bo vemirandin û kontrolkirina agir de bi sivikî birîndar bûne.
Hatiye ragihandin ku ji bo kontrolkirina agirê li wê avahiya 7 qat 170 îtfaiye ji bo cihê bûyerê hatibûn şandin.

Kûpaya Cîhanî – Fransa bû fînalîstê duyem
1
Ankara Kürtleri Dengbêjler Gecesinde buluştu
3244 kez okundu
2
Li Kolombîyayê di girtîgehê de şewat: 52 mirî 30 birîndar
832 kez okundu
3
NY: Li Sûriyeyê di 10 salên dawî de nêzî 307 hezar siwîl mirin
824 kez okundu
4
Li Fatîhê pevçûna bi çekdar: 3 birîndar
801 kez okundu
5
Li Stenbolê teqîn: 3 karker canê xwe ji dest dan 9 jî birîndar
707 kez okundu