42,1001$% 0,29
48,4783€% 0,50
55,2774£% 0,30
5.398,23%-0,42
9.021,00%-0,39
4506389฿%-0.906


Li bajarê Amedê ya Bakurê Kurdistanê di dema derbasbûna wesayîta veguhestina polîsan de teqîn çêbû û di encamê de 9 polîs birîndar bûn.
Li gor agahiyan li bajarê Amedê îro Înê 16ê Kanûna 2022ê demjimêr 05:10 xûlekan de li ser rêya Mêrdîn û Amedê nêzîka Bazara Ajelan di dema derbasbûna wesayîta veguhestina polîsan de teqînek çêbû û di encam de 9 polîs birîndar bûne.
Li ser agahdarkirinê hejmarek zêde tîmên tendirûstiyê û hêzên emnî çûne cihê bûyerê û 9 polîsên birîndar bo nexweşxaneyan hatine veguhestin.
Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Suleyman Soylu li ser hesabê xwe yê Twîtterê derbarê bûyerê de peyamek belav kiriye û dibêje: “Li Diyarbekirê dema polîsên me bo karê xwe diçûn demjimêr 05:10an otomobîleke rawestiyayî bi wesayîta wan ve teqiyaye. Polîsên me yên birîndar bo nexweşxaneyan hatine veguhestin û tên dermankirin.”
Herwiha Soylu ragihandiye ku 2 kes bi tohmeta vê teqînê hatine desteserkirin û lêkolîn berdewam e.
Daxuyaniya Parêzgariya Amedê
Parêzgariya Amedê di derbarê mijarê de daxuyaniyek belav kir û tê de ragihand ku 9 kes birîndar bûne.
Parêzgariya Amedê di daxuyaniya xwe de dibêje “roja 16.12.2022an demjimêr 05:10an de dema derbasbûna minibusa hêzên ewlehiyê wesayîta ku li kêla rê hatiye parkkirin hatiye teqandin êrişeke terorîstî pêk hatiye.”
Li gorî daxuyaniya parêzgariyê 9 kesên ku di minibusa zirxî ya polîsan de bûne ji bo kontrolê rakirine nexweşxaneyan û ti metirsiya jiyanî li ser wan tineye.
Di heman daxuyaniyê hat ragihandin ku di derbarê mijarê de 2 kes hatine desteserkirin

Diyariya Esed bo karmendên Sûriyê: 16 dolar!
                        
1
Ankara Kürtleri Dengbêjler Gecesinde buluştu
3233 kez okundu
                        
2
Li Kolombîyayê di girtîgehê de şewat: 52 mirî 30 birîndar
824 kez okundu
                        
3
NY: Li Sûriyeyê di 10 salên dawî de nêzî 307 hezar siwîl mirin
817 kez okundu
                        
4
Li Fatîhê pevçûna bi çekdar: 3 birîndar
795 kez okundu
                        
5
Li Stenbolê teqîn: 3 karker canê xwe ji dest dan 9 jî birîndar
700 kez okundu