42,1195$% 0,31
48,7323€% 0,57
55,4630£% 0,41
5.433,33%0,83
9.171,00%1,27
4299727฿%-0.18957


Dema peymana veguhestina dexlûdan ji Ukraynayê bo bazarên cîhanî ku 19ê Mijdarê (du rojên din) bi dawî dibû, heta 120 rojên din hat dirêjkirin.
Di derbarê vê mijarê de Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan û Wezîrê Jêrxana Ukrayna daxuyanî dan û ragihandin ku dema vê rêkeftinê bo dema 120 rojên din hatiye dirêjkirin.
Ji ber şer û êrişên Rûsyayê yên bo ser axa Ukraynayê di 24 Sibata 2022ê de, hinardeya dexlûdan ji vî welatî bo bazara cîhanê rawestiyabû.
Lê di 22ê Tîrmehê de bi amadebûna Neteweyên Yekbûyî, Tirkiye, Ukrayna û Rûsyayê li bajarê Stenbolê peymanek di navbera aliyan de hat îmzakirin daku di çarçoveya wê peymanê de heta 19ê Mijdarê dexlûdanê Ukraynayê ji benderên wî welatî bo welatên din bê hinardekirin.
Li ser bingeha vê rêkeftinê, di nava 4 mehan de bi 500 keştiyan 11 milyon ton dexlûdan û xwarin ji Ukraynayê hinardeyî welatên cîhanê hatiye kirin.
Di derbarê vê rêkeftina ku di 19ê Mijdarê de bi dawî dibû, Wezarê Jêrxanê yê Ukraynayê ragihand ku aliyan li hev kiriye û bo dema 120 rojên din ev rêkeftina hinardekirina dexlûdan hatiye dirêjkirin.
Her wiha di derbarê heman mijarê de Serokomarê Tirkiyeyê Erdogan jî li ser hesabê xwe yê Twitterê bi peymekê eşkere kiriye ku dema vê rêkeftina ku heta 120 rojên din hatiye dirêjkirin.

Rêveberiya Xweser: Pirsgirêka kêmbûna nan nemaye
1
Ankara Kürtleri Dengbêjler Gecesinde buluştu
3234 kez okundu
2
Li Kolombîyayê di girtîgehê de şewat: 52 mirî 30 birîndar
825 kez okundu
3
NY: Li Sûriyeyê di 10 salên dawî de nêzî 307 hezar siwîl mirin
819 kez okundu
4
Li Fatîhê pevçûna bi çekdar: 3 birîndar
797 kez okundu
5
Li Stenbolê teqîn: 3 karker canê xwe ji dest dan 9 jî birîndar
702 kez okundu